MSD'ê komkujiya gundewarê Dêrazorê şermezar kir

MSD'ê komkujiya ku hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî li gundewarê Dêrazorê pêk aniye şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku van êrişan bi dawî bikin.

MSD'ê komkujiya gundewarê Dêrazorê şermezar kir
9 tebax 2024   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî komkujiya ku hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî li gundewarê Dêrazorê pêk aniye, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Meclisa Sûriya Demokratîk têkildarî rûdanên li herêmên rojhilatê Firatê diqewimin bi fikar e û bi tundî şermezar dike, bi taybet komkujiya hovane ku rejîmê û hevalbendên wê li gundê Dehle û Cidêdit Begara yên rojhilatê Dêrazorê di 9ˊê Tebaxa 2024ˊan de pêk aniye.

Ev êrişa hovane ya ku di encamê de 11 kes ku piraniya wan zarok û jin in şehîd bûn, binpêkirina qanûna navneteweyî ya mirovî û biryarên têkildarî Konseya Ewlehiyê ye. Ev êrişa terorî îsrara rejîmê û hevkarên wê ya rêgirtina li ber xebatên parastina aramiya herêmê nîşan dide. Bi vê yekê ew li hemberî îradeya civata navneteweyî jî disekinin.

MSDˊê vê sûcê qirêj bi tundî şermezar dike. Em rejîmê û hevkarên wê berpirsiyarên bandorên vê sûcê dibînin. Her wiha em hişyariyê li ser van êrişan didin ku gefê li pêşeroja pêvajoya siyasî û ewlehiya herêmê dixwin.

Her tim rejîm hewl dide Dêrazorê kontrol bike, bi vê komkujiyê re hat aşkerakirin ku rejîm di siyasetên xwe yên dijberiyê de gav bi paş de neavêtiye. Hevgirtin û sekna eşîran li dijî van êrişên hovane îsrara me ya parastina xaka Sûriyeyê û rûmeta gelê wê zêde dike.

MSDˊê bang li civata navneteweyî dike ku bi awayekî lezgîn tev bigere û xwedî li berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî li hember parastina sivîlên Sûriyeyê derkeve. Her wiha zextê li rejîmê û hevkarên wê bike ku êrişên xwe bi dawî bikin û biryara 2254ˊan pêk bîne.

Dive mekanîzmayên hesabkirinê yên navneteweyî bên aktîfkirin da ku sûcdarên şer ji cezayê nefilitin, edalet ji qurbaniyên şerê Sûriyeyê re pêk bê.

MSDˊê pabendiya xwe ya parastina yekbûna xak û gelê Sûriyeyê dubare dike û bang li hemû hêzên nîştimanî û demokratîk dike ku li hember komployên bi armanca têkbirina aramiya herêmê û domandina şer, bibin yek.

Her wiha MSDˊê ji malbatên şehîdan re sersaxiyê û ji birîndaran re saxiyê dixwaze û careke din domandina têkoşîna aştiyane ya ji bo Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenavendî ku tê de maf û rûmeta hemû pêkhateyan parastî bin, nû dike."

(mh)