2 efrînî hatin revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji gundewarê bajarê Raco yê Efrîna dagirkirî 2 welatî revandin û birin cihekî nediyar.
![2 efrînî hatin revandin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202408/image_870x_66b63eb375e58.jpg)
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku çeteyênˊFeyleq El Şamˊ ên dewleta Tirk a dagirker ji gundê Mîdan Ekbesê yê Racoyê Zekeriya Horo (60) ku astengdar e û Ziyad Horo (25) revandin.
Rêxistinê anî ziman ku bi tohmeta pezê xwe li nêzî herêmên sînor çêrandine, ew revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
(fr)