Kongreya Îslama Demokratîk hişyarî li ser tehrîdkirina li dijî êzidiyan da

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî li ser hewldanên tehrîdkirina li dijî êzidiyan da û bang li oldar, siyasetmedar û rûspiyên civakan kir ku rê li ber kesên aloziyan derdixin bigirin.

Kongreya Îslama Demokratîk hişyarî li ser tehrîdkirina li dijî êzidiyan da
9 tebax 2024   19:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser paşxaneya hemleyên tehrîdkirinê li dijî êzidiyan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin beriya çend rojan yek ji navdarên êzidiyan bi navê Qasim Şeşo diyar kiribû ku qirkirinên di dîrokê de bi serê wan de hatine di bin diruşmayên îslamî de pêk hatine.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku vê daxuyaniyê zexmeke çapemeniyê têkildarî kesên radîkal de çêkir û hincet kirin ku ew daxuyanî li dijî îslamê û pêxember in. Lê Qasim Şeşo derket û got mebesta wî ne li dijî rastiya Îslamê û pêxemberê wê ye, lê belê li dijî kesên bi navê îslamê û pêxember van kiriyaran dikin. Diviyabû piştî vê yekê ew zexma çapemeniyê kêm bibûya, lê hîna tehrîdkirina li dijî êzidiyan dewam dike. Bi wê re êzidî metirsîdar in ku fermaneke din li dijî wan pêk bê.

Kongreyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li oldar, siyasetmedar û rûspiyên civakan kir ku rê li pêş van kesên tehrîdê dikin bigirin, ew hewl didin aloziyan derxin û bi berjewendiyên derve ve girêdayî ne.

(fr)