MSDˊê têkildarî girîngiya Rêveberiya Xweser û helwesta Şamê panelek li dar xist

Li kantona Reqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panelek hat lidarxistin. Di panelê de bal li ser girîngiya destkeftiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bo pêkhateyên Herêmê, pêdiviya giştîbûna vê pergalê li welat û helwesta hikumeta Şamê ya redkirina çareseriyên siyasî yên Rêveberiya Xweser hat kişandin.

MSDˊê têkildarî girîngiya Rêveberiya Xweser û helwesta Şamê panelek li dar xist
MSDˊê têkildarî girîngiya Rêveberiya Xweser û helwesta Şamê panelek li dar xist
MSDˊê têkildarî girîngiya Rêveberiya Xweser û helwesta Şamê panelek li dar xist
MSDˊê têkildarî girîngiya Rêveberiya Xweser û helwesta Şamê panelek li dar xist
MSDˊê têkildarî girîngiya Rêveberiya Xweser û helwesta Şamê panelek li dar xist
MSDˊê têkildarî girîngiya Rêveberiya Xweser û helwesta Şamê panelek li dar xist
MSDˊê têkildarî girîngiya Rêveberiya Xweser û helwesta Şamê panelek li dar xist
14 gulan, 2024   16:24
REQA

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) li ser pêşdeçûnên siyasî li cîhanê, Rojhilata Navîn, bi taybet li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nêrîna MSDˊê bo çareserkirina krîza sûriyeyê panelek li dar xist.

Panel li avahiya MSDˊê ya Reqa bi beşdariya endamên Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Sûriya Pêşerojê, nûnerên ji rêxistinên jinan û ciwanan ên kantonê û gelek xwendekaran hat lidarxistin.

Di panelê de endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê Hesen Mihemed Elî axivî. Elî pêşdeçûnên siyasî û leşkerî yên li cîhanê û bandorên wan li ser krîza Sûriyeyê, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çawaniya bidawîkirina dosyaya Sûriyeyê û çareserkirina krîza welat şîrove kirin.

Elî anî ziman ku MSDˊê hîna ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bi rêya diyaloga Sûriyeyî dixebite. Helwesta MSDˊê ya têkildarî çareserkirina krîza Sûriyeyê ku sûriyeyî be sabit e. Elî bal kişand ser xebitîna MSDˊê ya ji bo lidarxistina Kongreya Nîştimanî ya Hêz û Kesayetên Muxalif ên Demokratîk li ser asta welat.

Der barê kedên MSDˊê yên ji bo çareserkirina krîzê û helwesta hikumeta Şamê de Elî wiha got: "Me têkilî bi hikumeta Şamê re danîn, lê ew çareseriya siyasî bo welat naxwaze. Em stratejiya zextê li ser rejîmê pêk tînin. Ji ber ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare vê krîzê çareser bike."

Dûre beşdaran nîqaş kir. Di nîqaşan de girîngî bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bi rêya beyannameya Rêveberiya Xweser a çareseriya siyasî li Sûriyeyê, piştgiriya saktroên perwerdê û tenduristiyê, aktîvkirina rola xwendekarên zanîngehê di xebata siyasî de û başkirina rewşa herêmê hat dayîn.

(fr)

ANHA