2 ciwanên Ereb ên ji kantona Cizîrê tev li gerîlyan bûn

Ji bo piştgiriya berxwedana hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê û sekna li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker 2 ciwanên Ereb ên ji kantona Cizîrê tev li gerîlayan bûn.

2 ciwanên Ereb ên ji kantona Cizîrê tev li gerîlyan bûn
2 ciwanên Ereb ên ji kantona Cizîrê tev li gerîlyan bûn
2 ciwanên Ereb ên ji kantona Cizîrê tev li gerîlyan bûn
14 gulan, 2024   16:47
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo şêniyan bi meşekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û piştgirî da berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) a li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê. Di meşê de bi sedan ciwan beşdar bûn.

Di meşê de 2 ciwanên ji pêkhateya Ereb ên ji Qamişlo û Çilaxa ji bo piştgiriya gerîlayan û têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker tev li gerîlayan bûn.

Her du ciwanan destnîşan kir ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke mezin li hemberî dagirkeriya Tirk tê raberkirin.  Ji ber wê jî pêwîst e piştgiriya cesedî û manewî ji bo gerîlayan bê dayîn. Ji bo wê jî wan tevlêbûna li refên gerîlayan ragihand.

(mh)

ANHA