Li Hesekê, Minbic û Tirbespiyê şahiyên 15’ê Gulanê

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî şahî hatin lidarxistin.

14 gulan, 2024   16:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe (15`ê Gulanê) Cejna Zimanê Kurdî ye. Bi vê boneyê li kantonên Cizîr û Minbicê xwendekar hatin xelatkirin û şahî hatin lidarxistin.

Peymangeha Mamosteyan bi Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê re şahiyek li Hola Serdem a taxa Mişêrfe ya Hesekê li dar xist. Di şahiyê de şênî û xwendekar bi cil û bergên kurdî, nûnerên Meclisa Bajarê Hesekê, Saziya Malbatên Şehîdan û malbata fermandar şehîd Zozan Hesekê amade bûn.

Di şahiyê de endama rêveberiya SZK`ê Mihemed Zîdo axivî û ev roj li xwendekar û mamosteyan pîroz kir û şehîd Zozan Hesekê bi bîr anî û diyar kir ku bi saya wê xebatên ziman û saziyên wê bi pêş ketin.

Dûre endama rêveberiya Peymangeha Mamosteyan a Hesekê Canda Ehmê axivî û ev roj li xwendekar û malbatên şehîdan pîroz kir û destnîşan kir ku mamoste dê di her şert û mercî de zimanê kurdî fêr bikin.

Her wiha di şahiyê de malbata şehîd Zozan Hesekê hate xelatkirin.

Piştî wê, Koma Zozan a stranan berhemên xwe pêşandan û dûre şanoyek li ser girîngiya ziman û perwerdeyê hate pêşandan.

Di dawiyê de 21 xwendekar û mamoste hatin xelatkirin.

TIRBESPIYÊ

Rêveberiya Dibistanan a bajarê Tirbespiyê bi vê boneyê şahiyek li Navenda Perwerdeyê li dar xist. Xwendekarên her sê astên xwendinê, mamoste û endamên saziyên civaka sivîl tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de endamê rêveberiya Navenda Perwerdeyê Semîha Remadan got: "Ziman, hebûn û nasnameya me ye. Divê em wê biparêzin."

Dûre endama rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) şaxê Tirbespiyê Dilvîn Silêman axivî û got: "Her gelek bi zimanê xwe tê naskirin. Ji bo me Kurdan jî zimanê me hebûna me ye."

Piştî wê Koma Govendê ya Şehîd Dilgeş berhemên xwe û koma xwendekaran şanoyek bi navê "Ximanê me kurdî ye" pêşanda.

MINBIC

Nivîsgeha Fêrkirina Zimanan a Kantona Minbicê bi vê boneyê şahiyek li Navenda Çandê ya Minbicê li dar xist. Di şahiyê de bi dehan xwendekar û mamoste xelat kirin.
Bi sedan şêniyên kantonê, Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, endamên meclisê, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê tev li şahiyê bûn.

Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Minbicê Sîham Hemo destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, silav kirin.

Cîgira hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê Ebîr El Berho jî got: "Zimanê kurdî, yek ji zimanên herî kevn ên li Rojhilata Navîn e û dewlemend e. Heta îro gelek hewldan hate kirin ji bo ku ji hola rabe.”

Di dawiya şahiyê de 4 mamoste û 35 xwendekarên ku dersên zimanê kurdî bi dawî kirine, tevî 11 mamoste û 16 xwendekarên din hatin xelatkirin.

(şx)

ANHA

hesekê