Moşekek li bajarekî din ê Misirê ket

Ajansa Reutersê li gorî çavkaniyên ewlekariyê yên Misirê ragihand ku moşekek li bajarê Niwêbi yê Misirê jî ketiye.

Moşekek li bajarekî din ê Misirê ket
27 cotmeh, 2023   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku hikumeta Misirê lêkolînkirina bûyerê dewam dike.

Li gorî agahiyan, moşek li cihekî vala yê bajarê Niwêbi ketiye û dengê teqînan hatiye bihîstin.

Medyaya Misirê vê sibehê jî ragihandibû ku moşekek li navendeke tenduristiyê ya bajarê Taba (220 km dûrî Xezayê) ketiye û di encamê de 6 kes birîndar bûne.

Berdevkê artêşa Misirê jî got ku vê sibehê droneke biçek a nenas li nêzî avahiya nexweşxaneya bajarê Taba yê li ser Deryaya Sor hatiye rûxandin û di encamê de 6 kes birîndar bûne. Her wiha diyar diyar kir ku komîteyên têkildar dest bi lêpirsînkirina bûyerê kiriye.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wan “gefeke hewayî” li herêma Deryaya Sor şopandiye û ev yek bi bûyera ketina moşekê li ser axa Misirê ve girê da.

(c)