Navên birîndarên êrişa li Dêrikê diyar bûn

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî maleke bajarê Dêrikê de zarokê bi navê Ehmed Şahîn û jina bi navê Evîn Xelîl birîndar bûn.

Navên birîndarên êrişa li Dêrikê diyar bûn
27 cotmeh, 2023   13:10
QAMIŞLO

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li taxa Azadî ya bajarê Dêrikê malek hedef girt. 

Di êrişê de zarokê bi navê Ehmed Şahîn (11) û jina bi navê Evîn Xelîl (39) birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyeke bajêr tên dermankirin.

(c)

ANHA