Îran tatbîqatan pêk tîne

Li gorî medyaya Îranê, hêzên Îranê li herêma Esfehanê tatbîqatan pêk tîne. Berdevkê artêşa Îranê jî diyar kir ku tatbîqat bi armanca bersivdayîna gefên muhtemel tên kirin.

Îran tatbîqatan pêk tîne
27 cotmeh, 2023   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku hêzên bejahî îro dest bi tatbîaqtan kiriye û zêdetirî 200 helîkopter tên ceribandin. Hat ragihandin ku tatbîqat dê 2 rojan dewam bikin.

Berdevkê artêşa Îranê Emîr Tişîşek jî got ku tatbîqatên ku berê plana wan hatî kirin, bi armanca bersivdayîna gef û êrişên muhtemel ên dijberî Îranê pêk tên.

Tişîşek da zanîn ku artêşê ji bo tatbîqatê hêz û pêdiviyên leşkerî ji 7 herêman veguhastine devera Nasr Abad a girêdayî herêma Esfehanê ya navarastê welêt.

Balkêş e ku ev tatbîqat hemwextî şerê navbera Îsraîl (hevalbenda Amerîkayê) û Hemasê (hevalbenda Îranê) tên kirin.

(c)