’Modernîteya demokratîk  di rewşa aloz a li Rojhilata Navîn de çareseriya mayînde ye’

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên têkildarî aloziyên li Rojhilata Navîn de diyar kir ku bi modernîteya kapîtalîst û xeta dewlet netewe alozî gûrtir dibin. Rêber Abdullah Ocalan modernîteya demokratîk wekî çareseriyeke mayînde ji tevahî aloziyên li Rojhilata Navîn pêşkêş dike.

’Modernîteya demokratîk  di rewşa aloz a li Rojhilata Navîn de çareseriya mayînde ye’
6 hezîran, 2024   04:06
NAVENDA NÛÇEYA

Rêber Abdullah Ocalan der barê şerên li Rojhilata Navîn de ku gel berdêlên wê dide nirxandinên girîng kirine û rêyên çareseriyê nîşan dide.

HÛNANDINA DEWLETÊN NETEWE YÊN EREB Û ÎSRAÎLÊ

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya 5’an di beşa heftemîn a sernavê "Pêxîrtengiya Rojhilata Navîn û Çareseriya Modernîteya Demokratîk" de diyar kir ku yek  ji jêderên bingehîn yên pêxîrtengiya Rojhilata Navîn pêvajoya bi hev re avakirina dewletên netewe yên Ereb û Îsraîlê ye û van nirxandinan dike: " Dema di serê sedsala 19. de Ingilîstanê li ser Împaratoriya Osmanî dest bi operasyonan kir û divê de şêxên Ereb weke beştê pê deriyên kelhan dişkînin bi kar anîn. Li Balkanan zanyarên dînî yên Ortodoks ên bi eslê xwe Grek bi kar anîn û destek da avakirina dewleta netewe ya Yewnan û bi vî awayî jihevdeketina Împaratoriyê li Balkanan bi lez kir. Li Başûrê Împratoriyê li Nîvgirava Erebistanê ku li ser riya Hindistanê xwedî pozîsyoneke stratejîk bû, xebateke bi heman rengî meşand, ango dewletdariya netewe ya Ereb bi destê zanyarên dînî yên Misilman yanî bi destê şêxên temsîla hiyerarşiya jor dikirin destek kir. Di heman demê de bi riya Kurdistanê jî bi şêxên terîqetan ên ji Silêmaniyê (di serî de Neqşî û Qadirî) ket nava hewldanên bi heman rengî. Li ser Başûrê Şahtiya Îranê jî kontrola wê ya her diçû zêde dibû pêşde bir.

Pêvajoya pêşî bi serîrakirinan dest pê kir, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi rejîmên mandater, bi Şerê Cîhanê Yê Duyemîn re bi dewletên netewe yên tam bi gewedebûyî bi encam bû. Di vê navberê de Împaratoriya Osmanî tesfiye bû. Li herêmê valatiyeke mezin çêbû yan jî çêkirin. Ingilistan bi xwe çawa ku li Hindistanê jî qewimî nikarîbû yekser weke hêzeke mêtinger li herêmê bi cih bibe. Lê hêzeke hevrik jî nehişt. Hewl da, Komara Tirkiyê û rejîmên Ereb ên manda di heman çarçoveyê de (Mijara sereke ya guftûgoyên li Kongreya Sêwazê li ser mandatiya Ingilîz an DYA’yê bû) û di heman demê de (1920) bihûne, pêk bîne. Helwesta radîkal a Mistefa Kemal (Di Şoreşa Franseyê de li dijî tesewira Ingilîzan Qraltiya Destûrî ya Meşrûtiyê dişibe dijberiya Montagnaran, Robespier û hevalên wî yên xwedî helwesta radîkal a komargerî) berê meseleyê da komarê û wisa gihand encamê. Lê bi awayekî cewherî tiştekî diguherî tinebû. Rejîmên manda yên Ereban jî di demeke kin de mîna dewletên netewe yên din veguherîbûn. Navên komarê yan jî qraltiyê li xwe kirin, lê van navan cewherê wan ê dewleta netewe neguherand.

Bi awayekî bi lez derketina holê ya Îsraîlê jî tam li vê pêvajoyê rast tê. Li tiştên ku min di beşên beriya niha de li ser qebîleya Cihû gotin, ya zêde bikim ew e, koka Îsraîlê disipêrin van qebîleyan û îdeolojiyên wan (Îdeolojiya Cihû, dînên yekxwedayî û milletperestî). Îsraîl bi xwe encameke xwezayî ya şerên dewleta netewe ye ku di salên 1550’î de li ser xeta Amsterdam-Londonê weke dewleta modern derket holê û piştre bi qasî çarsed salan Ewrûpa kir gola xwînê. Di avakeriya dewletdariya netewe de entelektualîzma Cihû û sermayedariya wê (kapîtalîzm) timî bi rola pêşeng rabûye. Bawer dikirin ku bi parçebûna Împaratoriyên Katolîk, Ortodoks û Îslamî, Cihû wê bigihîjin azadiya xwe û her ku pêvajo pêşde biçe milletperestiya Cihû wê li ser bingehê îdeayên Siyonîst dewleteke Îsraîl-Cihû ava bike. Ev xebatên beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn di dawiya wî de û piştî wî van xebatên bi baweriyê, bi bîrewerî û bi rêxistiniyê encam dan. Bi dewletparêziya netewe ya Komara Tirkiyê ya mînîmalîst a li ser xirbeyên Împaratoriya Osmanî hat avakirin û di wê atmosferê de ku bi hejmareke zêde ya dewletên netewe yên Ereb ên mînîmalîst re derket holê, dewleta netewe ya Cihû-Îsraîlê ya armanca îdeolojiya Sion bû di sala 1948’an de bi awayekî fermî hat îlankirin. Komara Tirkiyê mîna ku cewherê xwe yê Pro-Îsraîlê îspat bike, bû yekemîn dewleta netewe ya ku dewleta Îsraîlê nas kir.

Avakirin û îlankirina Îsraîlê bûyereke ji rêzê nîne. Kengî li herêmê hêzên hegemonîk ên dawî Împaratoriya Osmanî û Şahtiya Îranê veguherandin dewletên netewe yên mînîmalîst û hewcedar, hingê ji valatiya desthilatdariyê ya derket holê weke hêza hegemon a kakil a hegemonyadariya modernîteya kapîtalîst Îsraîl derket holê. Îsraîl weke hêza kakil a hegemon hatiye hûnandin û ev xusûseke gelekî girîng e. Ev tê wê maneyê, li herêmê hêzên din ên dewleta netewe hebûna hêza hegemon Îsraîlê çiqasî nas bikin, ewqasî wê rewa bêne qebûlkirin, eger nas nekin wê bi şeran wan bînin ser xetê û wan wisa bihilhilînin heta ku Îsraîlê nas bikin. Komara Tirkiyê, Misr, Urdun û hinek welatên Kendavê ji wan dewletan in ku Îsraîl pêşî nas kirin, lewma ew weke dewletên netewe yên rewa qebûl kirin û xistin nava sîstemê. Yên mayî Îsraîl û hevgirtiyên xwe bi welatên din re şer dewam dikin. Di çarçoveya pirsgirêka Filistînê de şerê bi Ereban re, di çarçoveya pirsgirêka Kendavê de pevçûn û şerên bi welatên din ên Îslamî re ji nêz ve bi hebûna hegemonîk a Îsraîlê ya li herêmê re têkildar e. Heta hegemonya Îsraîlê bê naskirin ev şer, pevçûn, komplo û reşkujî wê dewam bikin.

Eger mirov hûnandina hegemonîk a modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn rast fêhm neke, mirov nikare rast fêhm bike ka çima bîstûdu dewletên netewe yên Ereb hatine avakirin. Mirov nikare bi şîroveyên dîrokê yên rastgir-çepgir, dîndar-mezhebî, etnîk û qewmî yên serxwebûnxwaziya bûrjûwaziya piçûk ên dewleta netewe modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn hatiye hûnandin rast fêhm bike. Lewma pirsgirêka Ereb bi tenê pirsgirêka bi Îsraîlê re nîne û nabe ku bi tenê weke pirsgirêkeke Îsraîl-Filistînê bê ravekirin. Pirsgirêka sereke û herî kûr a civakên Ereb, beriya her tiştî parçebûna wan a li bîstûdu dewletên netewe ye. Ev bîstûdu dewlet ji rêxistinên ajan ên kolektîf ên modernîteya kapîtalîst wêdetir nikarin bi roleke din rabin. Hebûna wan bi xwe ji bo gelên Ereb pirsgirêka bingehîn e. Di vê çarçoveyê de pirsgirêka Ereb pirsgirêkek e ku bi hûnandin û avakirina modernîteya kapîtalîst a li herêmê re têkildar e. Bi tenê di vê çarçoveyê de mesele bê dîtin, ango weke hêza hegemonîk a modernîteya kapîtalîst li herêmê bi Îsraîlê re dibe ku pirsgirêkên wan hebin.

Lê em ji bîr nekin ku hêzên Îsraîl ava kirin û hêzên bîstûdu dewletên netewe yên Ereb ava kirin heman hêz in. Ango têkilî û nakokiyên wan bi Îsraîlê re bi rengê kamûflajê ne. Ji ber ku ew jî bi awayekî cewherî heman sîstema hegemonîk parve dikin, ev nakokiyên wan bi hêz bin jî kengî biwêrin derkevin derveyî modernîteya kapîtalîst hingê maneyek van nakokiyan heye."

Rêber Abdullah Ocalan her wiha diyar kir ku eger ji çarçoveya modernîteya kapîtalîst dernekeve, şerên Ereb-Îsraîl û Filistîn-Îsraîlê wê her weke şerê deve-fîl yan jî mişk-pisîkê be û van nirxandinan dike "Di encamê de tişta derdikeve holê ew e, bi qederê sedsalan e ku şerên ji destpêkê ve encama wan diyar bi tevahî enerjiya gelên Ereb têk dibe. Eger ev şerên em behsa wan dikin nehatibûna vedîtin, bi tenê bi hatina ji petrolê Erebistaneke hêjayî deh Japonyayan dikarîbû bihata avakirin. Ji vê tespîtê encama girîng a mirov dikare derxe ew e, sîstematîka dewleta netewe ya li Rojhilata Navîn weke ku tê îddîakirin, çavkaniya çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên civakî û neteweyî nîne, berevajî pirsgirêkan mezin dike, giran dike, kûr dike û dike ku mirov nikaribe ji navê derkeve.

Di çareserkirina pirsgirêkên Ereban de çarçoveya duyemîn ew e, divê mirov ji modernîteya kapîtalîst bibihure. Li vir rewşa em behsa wê dikin qutbûna ji sîstemê ye. Divê mirov baş zanibe ku radîkalîzma Îslamî yan jî Îslamî siyasî nikarin bibin modelên alternatîf. Îslam weke çand li dijî modernîteya kapîtalîst dikare di nava jiyaneke alternatîf a modernîteyê de rol bigire. Paradîgmaya modernîteyê ya ji bo rastiyên dîrokî û civakî ya gelên Rojhilata Navîn hemûyan di cih de ye, li gorî gelên Ereb jî alternatîfa herî rast û bi hêz e. Ji bo gelan modernîteya alternatîf modernîteya demokratîk e ku ji yekparebûna tevgerên neteweya demokratîk, sosyalîst, ekolojîst, femînîst û çandî yên timî li dijî modernîteya kapîtalîst têkoşiyane pêk tê."

’MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK, DI REWŞA ALOZ A LI ROJHILATA NAVÎN DE ÇARESERIYA MAYÎNDE YE’

Rêber Abdullah Ocalan neteweya demokratîk wekî rêbazê çareseriya aloziyên li Rojhilata Navîn nîşan dide û van nirxandinan dike " Îsraîl bi xwe jî wê ji vedîtina xwe ango ji modernîteya kapîtalîst nikaribe rizgar bibe û wê êsîrê wê be. Îsraîl heta ku xwe di nava derya Ereban de bibîne û his bike ku di vê deryayê de hêzên her kêlî dikarin wê bixeniqînin hene, atom jî di navê de bi serdestiya teknolojîk a sîlehê wê texsîr neke xwe biparêze. Îsraîl ê yan di hegemonya xwe de Rojhilata Navîn a bi xwe re li hev hatiye di çarçoveya tewazuna dewletên netewe de pêk bîne ku ji ber sedemên me hewl da em rave bikin eşkere bûye ka ev çiqasî zehmet e; yan jî heke dixwaze ji êsîrbûna sîstema bi destê xwe afirandiye rizgar bibe, divê lidawîhiştina modernîteya kapîtalîst li ber çavan bigire. Modernîteya demokratîk, di rewşa aloz a li Rojhilata Navîn de, ne bi tenê ji bo pirsgirêka Cihûyan, ji bo pirsgirêka dewleta Îsraîlê ya dora xwe bi cinawirên milletperest û dînperest girtiye jî alternatîfa bi tenê ya çareseriya mayînde ye."

(bb)