Hunermend Şakiro bi şahiyekê hat bibîranîn

Koma muzîkê ya Yekpar ji bo bîranîna hunermendê Kurd Şakiro li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo şahiyek li dar xist.

Hunermend Şakiro bi şahiyekê hat bibîranîn
Hunermend Şakiro bi şahiyekê hat bibîranîn
Hunermend Şakiro bi şahiyekê hat bibîranîn
Hunermend Şakiro bi şahiyekê hat bibîranîn
Hunermend Şakiro bi şahiyekê hat bibîranîn
Hunermend Şakiro bi şahiyekê hat bibîranîn
Hunermend Şakiro bi şahiyekê hat bibîranîn
Hunermend Şakiro bi şahiyekê hat bibîranîn
Hunermend Şakiro bi şahiyekê hat bibîranîn
5 hezîran, 2024   22:53
QAMIŞLO

Îro salvegera 28'emîn a koça dawîn a hunermendê Kurd Şakir Deniz e. Şakir Deniz di nava gelê Kurd ê li 4 parçeyên Kurdistanê bi Şakiro tê nasîn. Şakiro di 1936ˊan de hate dine û di 5ˊê Hezîrana 1996ˊan li bajarê Izmîrê wefat kir.

Koma muzîkê ya Yekpar li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo bi beşdariya şêniyên bajêr, sazî û desteyên çandî şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de endamê Desteya Çandê ya kantona Cizîrê Ebdulmecîd Xelef diyar kir ku civaka ku vedigere dîroka xwe civakeke zindî ye, lê belê vegera li dîrokê têrê nake, her wiha pêwîstî e ku ew dîrok bibe bingeha avakirina pêşerojeke geş.

Xelef destnîşan kir ku pir kêm hunermendên Kurd karîn li hember gelê xwe, xwe bikin sembol û dengê xwe li 4 parçeyên Kurdistanê belav bikin û bibin hunermendên Kurdistanî.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana hunermend Şakiro hat pêşandan.

Şahî bi pêşkêşjirina stranên wî ji aliyê koma Yekpar ve bi dawî bû.

(mh)

ANHA