Misirê asta tedbîrên leşkerî bilind kir

Piştî radyoya artêşa Îsraîlê duh diyar kir ku berpirsên Îsraîlê agahî da Misirê ku pêngava valakirina Refehê dest pê kir, Misirê asta tedbîrên xwe yên leşkerî bilind kir.

Misirê asta tedbîrên leşkerî bilind kir
6 gulan, 2024   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê da zanîn ku Îsraîlê li bajarê Refeh ê başûrê Xezayê dest bi pêngaveke leşkerî kiriye. Di wê çarçoveyê de Misirê asta tedbîrên xwe yên leşkerî li herêma bakurê Sînayê ya li ser sînorê Xezayê bilind kir.

Radyoya artêşa Îsraîlê diyar kir ku duh berpirsên Îsraîlê agahî da Misirê ku pêngava valakirina Refeh ji şêniyan vê sibê dest pê kir.

Radyo ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke Îsraîlê da zanîn ku ev pêngav li hember hedefgirtina deriyê Kerim Ebû Salim ji aliyê Hemasê ve bersivek e. Li kêlek wê jî ew pêngav li hember derengmayîna berdana girtiyan li gorî agirbestê, bersivek e.

Sibata borî Ruetersê ku agahiyên xwe spart du çavkaniyên ewlehî yên Misirê diyar kiribû ku Qahîreyê nêzî 40 tank û tanker şandin bakurê rojhilatê Sînayê.

(mh)