Komîteyên Awarte yên Til Temirê şewatek vemirand

Komîteyên Awarte yên bajarê Til Temirê şewata li zeviyeke gundekî Til Temirê vemirand. Ew agir ji herêmên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine ber bi herêmê ve hat.

Komîteyên Awarte yên Til Temirê şewatek vemirand
6 gulan, 2024   18:51
HESEKÊ

Komîteyên Awarte yên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê şewata li zeviyeke çandiniyê li gundê Meslta yê bajêr vemirand. Agir ji zeviyên gundê Menax ê li ser eniya şer ê di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, dihat.

Komîteyên Awarte da zanîn ku rûbera zeviya ku hatiye şewitandin 10 donim e.

Ji duh ve çeteyên dewleta Tirk a dagirker agir bi gelek zeviyên li herêmê xistine. Zeviyên dagirkeran agir pêxistine li van gundan in; Menax, Um Şiêfe, Qasimiye, Mehmûdiye, Heta bi rêya Til Temir û Zirganê.

(mh)