Mîrhîcana 9ˊemîn a Zarokan bi dawî bû

Mîhrîcana 9ˊemîn a Zarokan ku li hola Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarê Rimêlanê li dar ketibû, bi dawî bû.

Mîrhîcana 9ˊemîn a Zarokan bi dawî bû
Mîrhîcana 9ˊemîn a Zarokan bi dawî bû
Mîrhîcana 9ˊemîn a Zarokan bi dawî bû
Mîrhîcana 9ˊemîn a Zarokan bi dawî bû
Mîrhîcana 9ˊemîn a Zarokan bi dawî bû
Mîrhîcana 9ˊemîn a Zarokan bi dawî bû
Mîrhîcana 9ˊemîn a Zarokan bi dawî bû
Mîrhîcana 9ˊemîn a Zarokan bi dawî bû
Mîrhîcana 9ˊemîn a Zarokan bi dawî bû
Mîrhîcana 9ˊemîn a Zarokan bi dawî bû
Mîrhîcana 9ˊemîn a Zarokan bi dawî bû
Mîrhîcana 9ˊemîn a Zarokan bi dawî bû
Mîrhîcana 9ˊemîn a Zarokan bi dawî bû
Mîrhîcana 9ˊemîn a Zarokan bi dawî bû
Mîrhîcana 9ˊemîn a Zarokan bi dawî bû
Mîrhîcana 9ˊemîn a Zarokan bi dawî bû
24 tebax, 2024   21:25
QAMIŞLO

Çalakiyên mîhrîcanê di roja dawîn de bi beşdariya 14 koman de û amadebûna bi sedan xelk û zarokên bajarên Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê û Dêrikê dewam kirin.

Koma Kulîlên Rojava ya Dêrikê mûzîk, koma Parkîn a dîlanê ya ji herêma Koçerat jî dîlan û koma Serdemê ya ji Qamişloyê lîstika Taykwando pêşkêş kirin.

Di bernameya roja duyemîn a dawîn de koma Zarokên Hîlal, koma Zarokên Dêrikê, koma Zarokên Girêfatê û koma Zarokên Til Koçer şano pêşkêş kir.

Her wiha koma Kulîlên Girbawî, koma Kulîlkên Rojava ya ji Qamişlo, koma Şehîd Viyan Soran, koma Avaşîn a ji Dêrikê mûzîk pêşkêş kir, her wiha koma Baz fotbol û koma Berberek dîlan pêşkêş kirin.

Mîhrîcan bi gerandina govendê ji hêla komên beşdar û şêniyan bi dawî bû.

(fr)