Çapemeniya cîhanê cih da qetilkirina rojnamegeran

Saziyên çapemeniyê yên cîhanê qetilkirina du rojnamegerên jin ên Kurd ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li Silêmaniyê, kirin rojeva xwe.

Çapemeniya cîhanê cih da qetilkirina rojnamegeran
24 tebax 2024   21:31
NAVENDA NÛÇEYAN

 Dewlata Tirk a dagirker li Seyîdsadiq ê girêdayê parêzgeha Silêmaniyê xebatkarên çapemeniya azad hedef girtin. Di êrişê de 2 rojnamegerên jin Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin. Qetilkirina rojnamegerên Kurd di çapemeniya cîhanê de deng veda.

Associated Press (AP), Arab News, The Globe and Mail, ABC News û gelek saziyên çapemeniyê qetilkirina rojnamegeran kirin manşet.

Ji wan nûçeyan hinek wiha ne:

Wahshington Post: Di êrişa hewayî ya Tirk de du rojnameger hatin qetilkirin.

AP: Rayedaran diyar kirin ku di êrişan de rojnameger hatine qetilkirin.

The Globe and Mail: Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di êrişa hewayî ya Tirkiyeyê de du rojnameger hatine kuştin.

 Arab News: Di êrişa li Iraqê de du rojnamegeran jiyan xwe ji dest da.

 ABC News: Rayedaran qetilkirin du rojnamegeran di êrişa hewayî ya li Iraqê de piştrast kirin.

Al Jazeera: Li Iraqê di êrişa hewayî de du kes hatin qetilkirin.

The Tribune India: Rayedar: Di êrişa hewayî ya Tirkiyeyê de du rojnameger hatin kuştin.