Ji DFG, MKG û DÎSK Basin Îş daxuyanî

DFG, MKG û DÎSK Basin Îş ku têkildarî qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadînê daxuyaniyeke hevpar dan, bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî kirin û gotin: "Li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li hemberî çapemeniya azad dengê xwe bilind bikin."

Ji DFG, MKG û DÎSK Basin Îş daxuyanî
24 tebax 2024   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişa Tirkiyeyê de ya bi SÎHA'yan li navçeya Seyîdsadiqê ya bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federe, rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behdînan hatin qetilkirin. Qetilkirina her du rojnamevanan hat şermezarkirin. 

Komeleya Jinan a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) û DÎSK Basin-Îşê têkildarî komkujiyê li ber avahiya DFG'ê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyeke hevpar dan. Parlamenterên DEM Partiyê Ceylan Akça, Meral Daniş Beştaş û Mehmet Ruştu Tiryakî û nûnerên gelek saziyan û rojnamevan tevlî daxuyaniyê bûn.

Polîsên ku ber DFG'ê dorpêç kirin, bêyî sedem ragihandin ku wê destûrê nedin ku daxuyanî bê dayîn. Kedkarên Çapemeniya Azad ku guh nedan dorpêçê, dirûşmeyên "Çapemeniya Azad nayê tepisandin" berz kirin.

Rêvebera MKG'ê Aysel Işik ku di dropêçê de axivî, got: "Em wekî MKG, DFG û DÎSK Basin Îş, pêşî êrişên dijwar ên li hemberî Çapemeniya Azad şermezar dikin û bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku li hemberî van êrişên sistematik demildest tev bigere."

Işikê anî ziman ku armanca van êrişan ew e ku Çapemeniya Azad bi temamî bê tunekirin û dengê gel bê tepisandin û got ku PDK jî hevkarê van êrişan e.

Işikê bilêv kir ku ew ê bi biryardarî li dijî hemû êrişên li hemberî Çapemeniya Azad bitêkoşin.

Işikê bang li rêxistinên çapemeniyê û parêzvanên mafên mirovan ên navneteweyî kir û got:  "Li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li hemberî çapemeniya azad dengê xwe bilind bikin."

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.