‘Gelê Kurd azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibîne’

Bekir El Ceradê diyar kir ku gelê Kurd azadiya xwe di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de dibîne û got "Em li hêviyê ne ku gav werin avêtin.”

‘Gelê Kurd azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibîne’
11 nîsan, 2026   02:40
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Şêniyê bi navê Bekir El Ceradê yê ji Kobanê di sala 1989'an de li Helebê û di 15'ê Tebaxa 1991'an de li Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê li gel Rêber Abdullah Ocalan dimîne. Bekir El Ceradê ji ajansa me re axivî. 

El Ceradê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser mafê hêviyê û bi bîr xist ku girtiyek piştî 25 salan ji ragirtinê xwedî mafê hêviyê ye û divê were berdan, lê dema mijar dibe Rêber Abdullah Ocalan ev maf tê paşguhkirin.

El Ceradê di dewama axaftina xwe de anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan di 27`ê Sibata 2025'an de ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn Banga Aştî û Civaka Demokratîk kiribû û wiha got: "Beriya demekê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li gorî banga Rêber Apo ya 27`ê Sibatê çekên xwe şewitandin û got `em tu carî nebûne aşiqî şer, em aşiqê aştiyê ne`. Lê tevî ku ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ve gav hatin avêtin, lê dewleta Tirk tu gavên cidî neavêtine. Heya niha pergala îşkenceyê li ser Rêber Apo didome.”

'DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BIDIN RÊBERTÎ'

Bekir El Ceradê anî ziman ku divê demildest mafê hêviyê bikeve meriyetê û ev li gotinên xwe zêde kir: “Tenduristiya Rêber Apo ne baş e. Dewleta Tirk tecrîdê li dijî Rêber Apo dide meşandin.  Temenê Rêber Apo dibe 77 sal û 28 sal di girtîgeha Îmraliyêl de di nava çar dîwaran de tê ragirtin. Divê her timî rewşa tenduristî ya Rêber Apo were şopandin. Li gorî qanûnên navneteweyî divê mafê hêviyê bidin Rêbertî û bi fîzîkî azad bibe.”

Di dawiya axaftinê de Bekir El Ceradê diyar kir ku gelê Kurd azadiya xwe di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de dibîne û wiha got: “Em li hêviyê ne ku gav werin avêtin. Em wek gelê Kobanê daxwaza me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Pêwîstiya vê pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo heye. Hêviya me û daxwaza me tenê ew e, ji ber ku Rêber Apo mifteya çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn e.”

(bb)

ANHA