Meclisa Til Temirê civîneke girseyî ji xelkê gundê Eb El Tîne re li dar xist

Xelkê navçeya Til Temirê yê li ser eniya şer diyar kir ku ew ê li gorî têgeha şerê gel ê şoreşgerî hevgirtî bin, parastina welatê xwe bikin da ku li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin.

Meclisa Til Temirê civîneke girseyî ji xelkê gundê Eb El Tîne re li dar xist
Meclisa Til Temirê civîneke girseyî ji xelkê gundê Eb El Tîne re li dar xist
Meclisa Til Temirê civîneke girseyî ji xelkê gundê Eb El Tîne re li dar xist
Meclisa Til Temirê civîneke girseyî ji xelkê gundê Eb El Tîne re li dar xist
Meclisa Til Temirê civîneke girseyî ji xelkê gundê Eb El Tîne re li dar xist
Meclisa Til Temirê civîneke girseyî ji xelkê gundê Eb El Tîne re li dar xist
22 mijdar, 2023   16:48
HESEKÊ

Meclisa Navçeya Til Temirê ya Hesekê ji xelkê gundê Eb El Tîne re ku 15 kîlometre li başûrê navçeyê ye û bi çend metre ji herêmên dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê dagir kirine dûr e civîneke girseyî li dar xist. Di civînê de tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û rêbazên xwebiçekirinê li gorî têgeha şerê gel ê şoreşgerî hatin nîqaşkirin.

Di civînê de bi dehan xelkê navçeyê beşdar bûn. Her wiha hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Mihemed Seîd El Ehmed di civînê de li ser girêdana mirov bi xak û welatê ve axivî û wiha got: "Divê em parastina welat bikin û ji dijmin re nehêlin. Ji ber xak nûnertiya şeref û rûmeta me dikin û divê em her tiştî giranbiha di oxira wê de bidin."

El Ehmed wiha domand: "Şoreşên li Vîetnam, Çîn, Cezaîr û Filistînê bi saya hevgiritna gel bi hêzên leşkerî û destekdayîna wê re bi serketin. Bingeha Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel e."

El Ehmed ev tişt anî ziman: "Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan ne ji valahiyê bû, lê belê dewletên komplo li dijî wî pêk anîne, dîtin ku fikir û felsefeya wî gefan li berjewendiya wan dixwe û xwestîn wî ji gel bi dûr bixin da ku fikrên wî yên li ser biratiya gelan û felsefeya neteweya demokratîk têk bibin."

Civîn bi nêrînên beşdaran ên li ser pêkanîna rihê berpirsiyartiyê li hember welat û hevgirtina li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

(fr)

ANHA