Xelkê Minbicê sersaxî da malbata şehîd Mihemed El Mezyed

Xelkê Minbic û gundewarên wê sersaxî da malbata şervanê QSD′ê şehîd Mihemed El Mezyed û got ew ê têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker dewam bikin.

22 mijdar, 2023   16:26
MINBIC

Xelkê Minbic, gundewarên wê, endamên meclisên sivîl, meclisa leşkerî, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk sersaxî da malbata şervanê QSD′ê şehîd Mihemed El Mezyed. Konê sersaxiyê li taxa Kecelî ya başûr-rojhilatê bajêr hate vedan.

Di merasîma sersaxiyê de ndamê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Bedir El Mihemed axivî û wiha got: "Em fedakariyên şehîdan ku di oxira pêkanîna ewlehî û îstîqrara herêmê de canê xwe daye, ji bîr nakin."

El Mihemed wiha domand: "Em soz didin ku em ê wek çiya li pêş êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin û li ser şopa şehîdan bin."

Endamê Saziya Gaziyên Şer a Minbicê Cewad El Umêrî jî axivî û wiha got: "Şehîdên me sembola dayîn, fedakarî, berxwedanî, lehengî û israrê ne. Me ev helwest dîtin û îro ji bo giyana wan li vir in."

Li aliyekî din jî hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El Ebod wiha got: "Axaftin li pêş rastiya şehîd Mihemed aciz e. Ji ber ku wî di oxira welatê xwe de canê xwe da."

Endamê Melcisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El Îdo jî wiha got: "Şehîd di hişên me de zindî ne, ji ber ku wan di oxira parastina welat û gel de tiştê herî giranbiha da."

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.

(fr)

ANHA