Meclisa Neteweyî ya Berxwedana Îranê hikûmeteke demkî ragihand

Meclisa Neteweyî ya Berxwedana Îranê, ji bo avakirina komareke demokratîk, "hikûmeteke demkî" ragihand.

Meclisa Neteweyî ya Berxwedana Îranê hikûmeteke demkî ragihand
28 sibat, 2026   16:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Neteweyî ya Berxwedana Îranê avakirina "hikûmeteke demkî" ragihand ku armanca wê avakirina komareke demokratîk e.

Seroka Meclisê Meryem Recewî îro avakirina "hikûmeteke demkî" ragihand û diyar kir ku armana hikumeta demkî serweriyê veguhezîne bo gel û komareke demokratîk ava bike.

Meclisê siberoja Îranê bernameyeke ji 10 xalan pêşkêş kir.

Di bernameya 10 xalan a meclisê de xalên mîna pêkanîna mafên mirovan, wekhevî, serxwebûna dadwerî, parastina jîngehê û Îraneke bê çekên navokî hene.

Ev daxuyanî di demekê de hat ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê êrişeke berfireh li dijî Îranê dane destpêkirin.  Serokê Amerîkayê Donald Trump soz de ku hêza leşkerî û bernameya navokî ya Îranê ji holê rake û " rejîmê biguhere".

(k)