Meclisa Jinan a PYD'ê biryara li dijî Çîçek Kobanê şermezar kir

Meclisa Jinan a PYD'ê ya bajarê Girkê Legê biryara dadgeriya dewleta Tirk a li dijî Çîçek Kobanê şermezar kir.

Meclisa Jinan a PYD'ê biryara li dijî Çîçek Kobanê şermezar kir
30 tîrmeh, 2026   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Girke Legê Meclisa Jinan a PYD`ê Ii ser biryara dadgeriya dewleta Tirk a li dijî Çîçek Kobanê, daxuyanî da. 

Daxuyanî li pêşiya Nivîsgeha PYD`ê ji aliyê rêvebera Meclisa Jinan a PYD`ê Selma Îbrahîm ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Şervana jin Darjîn (Çîçek Kobanê) di tîma tenduristiyê ya YPJ`ê de dixebitî. Li Girê Spî dema ku birîndar bû, ew dîl girtin. Bi awayekî neqanûnî ew ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê kirin û di Adara 2021`an de derxistin dadgehê. Di dadgehê de cezayê muebbed li Çîçek Kobanê birîn û 24`ê Tîrmehê 2026`an ew ceza misoger kirin.

Em wek Meclisa Jinan a PYD`ê biryara dadgehê şermezar dikin, bang li civata navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku Çîçek Kobanê serbest were berdan."

(np)

ANHA