Meclisa Ciwanan a MSDʹê însiyatîfek da destpêkirin

Meclisa Ciwanan a MSDʹê ji bo xurtkirina siyasî ya ciwanan û danasîna rola wan a di veguherîna demokrasiyê de însiyatîfek da destpêkirin.

Meclisa Ciwanan a MSDʹê însiyatîfek da destpêkirin
9 cotmeh, 2024   18:03
HESEKÊ

Meclisa Ciwanan a MSDʹê li Parka 4ʹê Nîsanê ya Hesekê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûn û însiyatîfa xurtkirina siyasî ya ciwanan ragihand.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Ciwanan a MSDʹê Rûdî Hesen bi beşdariya nûnerên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, ciwanên Ermenî, Sûryanî û ciwanên Partiya Avaker û Pêşxistinê û Partiya El Weten El Sûrî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin pêwîst e ciwanên Sûriyeyê li xwe vegerin û dest bi pêvajoya xurtkirina aliyê siyasî ya ciwanên Sûriyeyî bikin ku ruh û enerjiya ciwanan ji nû ve vegere. Ji ber ku ciwanan hêmanê bingehîn ê pêvajoya guhartin û veguherîna demokrasiyê ne.

Di dawiyê de hat gotin ew wek ciwanên MSDʹê ji ber erka wan a neteweyî, exlaqî û mirovî li hember gel bi giştî, keç û xortên vî gelî bi taybet însiyatîfekê bi sernavê xurtkirina siyasî ûa ciwanan û rola wan di pêvajoya veguherîna demokrasiyê de radigihînin. Bi vê yekê hewl didin nifşekî ciwanan a siyasî û elxaqî bigihînin ku rola xwe di çareserkirina krîza Sûriyeyê de bilîzin, xwedî zihniyeta demokrasiyê bin û Sûriyeyeke demokratîk a pirreng a nenavendî ava bikin.

(fr)

ANHA