Koçberên Serêkaniyê li ber avahiya NYʹyê ya Qamişloyê çalakiyek li dar xist

Di çalakiya şermezarkirina dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de, bi rakirina pankartan çalakvanan helwestên xwe yên daxwaza bidawîkirina dagirkeriyê nîşan dan. Komîteya Koçberên Serêkaniyê jî nameyek radestî avahiya Komîseriya Penaberan a NY`ê kir.

Koçberên Serêkaniyê li ber avahiya NYʹyê ya Qamişloyê çalakiyek li dar xist
Koçberên Serêkaniyê li ber avahiya NYʹyê ya Qamişloyê çalakiyek li dar xist
Koçberên Serêkaniyê li ber avahiya NYʹyê ya Qamişloyê çalakiyek li dar xist
Koçberên Serêkaniyê li ber avahiya NYʹyê ya Qamişloyê çalakiyek li dar xist
Koçberên Serêkaniyê li ber avahiya NYʹyê ya Qamişloyê çalakiyek li dar xist
Koçberên Serêkaniyê li ber avahiya NYʹyê ya Qamişloyê çalakiyek li dar xist
9 cotmeh, 2024   18:08
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 5`an a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li pêşiya avahiya Komîseriya Penaberan a NY`ê Komîteya Koçberên Serêkaniyê çalakiyeke protestokirinê orgenîze kir.

Koçberên Serêkaniyê, endamên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), saziyên civaka sivîl û nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakvanan pankartên bi nivîsa “Em rojekê vegerin Serêkaniyê”, “Daxwaza me bidawîkirina dagirkeriyê ye” û “Na ji guhertina demografî re” rakiribûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Reyan Exte nameya ku dê radestî avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Peaberan a NY`ê ya li bajarê Qamişlo bikin, xwend.

NAMEYA KOMÎTEYA KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ

Komîteyê di nameya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Serêkaniyê û Girê Spî li dijî mafên mirovan, zagonên navnetewî, hevpeymanên NY`ê yê ku parastina sivîlan dikin sûcan pêk tînin.

Di nameyê de Komîteya Koçberên Serêkaniyê ev daxwaz kirin; “Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rê li ber siyaseta guhertina demografî û kiriyarên li dijî mirovahiyê bê girtin. Dewleta Tirk kiryarên li dijî mirovahiyê dike û li gorî hevpeymanên peydakirina ewlehiyê yê ku îmze kirine tev nagere, lewma divê kiryarên wê bên şermezarkirin. Em daxwazê ji we dikin ku hûn bi gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet yên Serêkaniyê û bajarên dagirkirî yên Sûriyeyê  re alîkar bin, da ku dagirkeriyê û rêxistinên terorîst ên destekê ji dewleta Tirk dibin, têk bibin. Zêdetir zextê li dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê bikin da ku ji herêmên ku li Sûriyeyê dagir kirine vekişin.”

Piştî xwendina nameyê çalakvanan ji bo bîranîna şehîdên êrişa dagirkeriyê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî 5 deqeyan rawestiyan. Ji komîteyê şandeyekê name radestî avahiya Komîseriya Penaberan a NY`ê kir.

(sb)

ANHA