Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Dêrazorê civîna xwe li dar xist

Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya kantona Dêrazorê 1'emîn civîna xwe ya salane li dar xist, di civînê de karên ku di nav salê de hatine kirin nirxandin û planên ji bo sala pêş de danîn.

Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Dêrazorê civîna xwe li dar xist
Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Dêrazorê civîna xwe li dar xist
Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Dêrazorê civîna xwe li dar xist
Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Dêrazorê civîna xwe li dar xist
Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Dêrazorê civîna xwe li dar xist
Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Dêrazorê civîna xwe li dar xist
Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Dêrazorê civîna xwe li dar xist
Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Dêrazorê civîna xwe li dar xist
Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Dêrazorê civîna xwe li dar xist
13 kanûn, 2025   18:53
DÊRAZORÊ

Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya kantona Dêrazorê civîna xwe ya salane bi dirûşmeya: "Erdê ku em bi destên xwe lê naxebitin, jiyana ku em heq dikin nade me" li hola meclîsê ya li bajarokê El Huseyniyê li dar xist.

Endamên Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Dêrazorê, nûnerên Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Rêxistinên Civaka Demokratîk, her wiha nûnerên Meclisa Rêveber a kantonê û Meclisa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê Mihemed El Dexîl axaftina vekirinê kir û geşedanên siyasî nirixandin.

Piştî wê, hevseroka Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Dêrazorê, Feyha El Mustefa, rapora salane xwend û li ser xebata ku di nav salê de hatiye kirin, li gorî şert û mercên aborî yên dijwar ên li kantonê de, axivî.

Di civînê de sînevizyonek der barê xebata komîteyên girêdayî Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya li kantona hat pêşandan.

Piştî wê beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman,  wan zehmetiyên ku di nav salê de pê re rû bi rû mane nirxandin, di heman demê de cotkaran daxwaza peydakirina sotemeniyê, piştgiriya ji bo ajalan û xurtkirina sektora çandiniyê bi giştî kirin.

Civîn bi pêşniyaran û planeke xebatê ya ji bo pêşxistina sektora çandiniyê bi dawî bû.

(ac)

ANHA