Parêzvanên Neteweyî dronek li gundewarê Siwêdayê xistin xwarê

Fermandariya Parêzvanên Neteweyî ragihandin kir ku şervanên wan dronên ku ku ji aliyê hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve, ber bi bajarokê El Mecdel ve hatine avêtin, xistine xwarê.

Parêzvanên Neteweyî dronek li gundewarê Siwêdayê xistin xwarê
13 kanûn, 2025   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyekê de ku îro hat weşandin de, Fermandariya Parêzvanên Neteweyî ragihand ku hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê 4 dronên ber bi devera rojavayê Cebel Başan a li Siwêdayê, avtêin  û peymana agirbestê bin pê kir.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku dron îro piştî nîvro ji bajarokê El Mezra, ku ji aliyê hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve tê kontrolkirin, ber bi bajarokê El Mecdel ve hatine avêtin.

Daxuyaniyê diyar kir ku hêzên Parzêvanên Neteweyî yên li ser wê eniyê, karîn yek ji dronan bixin xwarê û dronên mayî bi rêbazên guncaw hatin bêbandorkirin.

(k)