Malbatên dîlgirtiyan 85 roj e li benda zarokên xwe ne

Li tevahiya bajarên herêma Cizîrê gel çalakî û xwepêşandanan bi rêxistin dike da ku dîlgirtî serbest werin berdan.

Malbatên dîlgirtiyan 85 roj e li benda zarokên xwe ne
11 nîsan, 2026   03:50
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Dîlgirtî bi xedarî hatin girtin û ev bûye 85 roj ku malbatên wan hewl didin aqûbeta wan bizanin. Xizmên dîlgirtiyê bi navê Îvan Şêxo ji ajansa me re axivîn. 

Dayika Îvan Civîn Salih got: “Dilê me li ser zarokên me dişewite. Divê em xwedî yek helwestê bin da ku pirsgirêka dîlgirtiyan were çareserkirin. Em dixwazin zarokên me derkevin. Ev 3 meh e em li benda zarokên xwe ne. Girtîgeh ne cihê zarokên me ne.”

Keça apê Îvan jî got: “Mijara dîlgirtiyan ne tenê bi malbatên wan ve girêdayî ye, bi giştî herêmê eleqedar dike. Bila zilm bi dawî bibe û edalet pêk were.”

Xwişka Îvan Lava Şêxo jî wiha got: “Berî demekê birayê min Raman şehîd bû, aqûbeta Îvan jî ev bûye 3 meh ne diyar e. Em hêvî dikin ku sax be û vegere mala xwe.”

(np)

ANHA