Koşka Spî: Ji bo Tengava Hurmuzê planên alternatîf hene

Koşka Spî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Tengava Hurmuzê planên alternatîf hene.

Koşka Spî: Ji bo Tengava Hurmuzê planên alternatîf hene
10 nîsan, 2026   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya destpêkirian danûstandinên çaverêkirî di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de li paytexta Pakistanê Îslamabadê, Rêveberiya Amerîkayê diyar kir ku ji bo her pêşketinekê li Tengava Hurmuzê "planên alternatîf" hene.

Serokê Meclîsa Aborî ya Neteweyî ya Koşka Spî Kevin Hassett ji "Fox Business" re got Washington li ser îhtîmala pêşketina dîplomatîk geşbîn e û anî ziman ku "Ez nikarim bikevim nav hûrguliyên nepenî, lê em tîma xwe ya herî baş dişînin ku danûstandinan bikin, her wiha heke pêwîst be, planên me yên alternatîf jî hene."

Piştî Serokê Amerîkayê Donald Trump roja çarşemê ragihadibû ku bi Îranê re ji bo agirbesteke 2 hefteyan gihîştine rêkeftinekê, ev daxuyanî hatin dayîn.

Li aliyekî din jî Meclisa Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê ragihandibû ku DYAˊyê li ser pêşniyara Îranê ku ji 10 xalan pêk tê, erê kiriye û diyar kiribû ku Tehran wê di demek nêzîk de li Îslamabadê, bi navbeynkariya Pakistanê, danûstandinên fermî bi Washingtonê re dest pê bike.

Lê rêya ber bi kêmkirina aloziyê ve rûbirûyî astengiyan e, ji ber Tehranê ragihandibû ku agirbest ji ber êrişên berdewam ên Îsraîlê li ser Lubnanê hatiye binpêkirin. Pakistan jî piştgiriyê dide helwesta Îranê. Lê Trump jî diyar dike ku Lubnan di peymanê de cih nagire.

(ac/fr)

ANHA