Laboratuwara Dêr Mamayê veguhastin, bajar bê xizmet maye

Laboratuwara navenda tenduristiyê ya Dêr Mamayê veguhastin Hemayê û şênî ji vê yekê ne razî ne.

Laboratuwara Dêr Mamayê veguhastin, bajar bê xizmet maye
11 nîsan, 2026   06:50
HEMA

Navenda tenduristiyê yê gundewarên Misyafê ku girêdayî Hemayê ye, veguhastin Gerînendetiya Tenduristiyê ya Hemayê. Ji ber vê yekê Laboratuwarê Dêr Mamayê ji xizmetê derket û şêniyên Dêr Mamayê û gundên dîtir neçar in ji bo pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê biçin Misyafê.

Navenda Tenduristiyê ya Dêr Mamyêa bi laboratuwarê pêdiviya 20 hezar kesî pêk dianî.

Çavkaniyan ji nûçegihanê me re got bi girtina laboratuwarê giranî li ser navenda tenduristiyê û nexweşxaneya Misyafê çêbûye. Gerînendetiya Tenduristiyê ya Hemayê têkildarî vê yekê tu daxuyanî nedan an jî pirsgirêk çareser nekiriye.

Her wiha karkeran agahî dan ku beşa lezgîn a nexweşxaneya zarokan a navendî derman kêm e, ev yek jî bû sedema ku hinek nexweş wefat bikin.

Çavkaniyên tenduristiyê got ji ber derman kêm e, wefat çêbûye û heyanî niha ev pirsgirêka kêmbûna dermanan çareser nekirine. Karkerên li saziyên tenduristiyê dixebitin daxwaz kir ku alîkarî were dayîn.

(np)