Mala Êzidî: Em bang CPT`yê dikin ku biçin Îmraliyê

Mala Êzidî ya Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û domandina cezayên dîspilînê şermezar kir û destnîşan kir ku heta jiyaneke bi rûmet ji tevahî gelan, olan û pêkhateyên têkoşîna xwe bi domînin.

Mala Êzidî: Em bang CPT`yê dikin ku biçin Îmraliyê
12 hezîran, 2024   13:04
HELEB

Mala Êzidî ya Helebê li pêşiya navenda xwe ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û birîna cezayên dîspilînê, bi beşdariya endam û nûnerên saziyên sivîl daxuyaniyek da. Daxuyanî ji alîyê Endama Mala Êzidî Elmas Soko û endamê Mala Êzidî Seîd Çawîş ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de siyasetên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezakirin û Wiha hate gotin: "Rêber Abdullah Ocalan di pirtûkên xwe de wisa qala kurdê êzidî dike; ew kurdên resen in. hemêzkerên ziman, çanda kurdî ne û parêzvanên me ne. Qirkirina li dijî Êzidiyan berdewam e û dê berdewam bikin ji bo ku ji holê rakin. Dema ola êzidî ji holê rabe, zimanê kurdî jî dê winda bibe. Li hember van gotinan jî em dibêjin em bi te re ne û heta jiyaneke bi rûmet ji gelan, olan û pêkhateyên li Kurdistanê û Mezopotamyayê bi dest nekeve, em dev ji rêya te bernadin."

Di daxuyaniyê de bang li tevger partiyên kurd, kesên democrat, azadixwaz û rêxistinên hiqûqî yên têkildarî dozên gelan hate kirin ku rola xwe bilîzin.

Her wiha bang li NY`yê hate kirin ku bilez destwerdanê bike û komîteyekê yan jî CPT`yê rêke grava Îmraliyê ji bo ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan û hevalên li cem wî bê naskirin û têkildarî rewşa wan de daxuyaniyekê bidin.

(şx)

ANHA