Hizbullah 100 moşek avêt bakurê Îsraîlê

Hizbullahê Lubnanî ragihand ku endamên wî baregeha Ruweysa El Qerin a li Mezari Şeba bi moşekan bombebaran kirine.

Hizbullah 100 moşek avêt bakurê Îsraîlê
12 hezîran, 2024   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ji destpêka 8`ê Cotmehê ve, "êrişa herî dijwar û mezin e pêk hat ku vê êrîşê de bi nêzî 100 moşekî bakurê Îsraîlê bombebaran kir.

Hizbullah di daxuyaniya ku têkildarî êrişê de daye wiha nivisiye: "Serhildêrên Berxwedana Îslamî îro saet di 9:30`an de baregeha Ruweysa El Qerin a li Mezari Şebayê ya Lubnanê ya dagirkirî bi moşekan bombebaran kirin."

Dezgeyên çapemeniyê yên Îsraîlê jî ragihandin ku êrişa Hizbullahê ji 8`ê Cotmehê ve, ya herî dijwar û mezin e.

Radyoya Artêşa Îsraîlê ragihand ku herî kêm 100 moşek ji başûrê Lubnanê ber bi El Celîl ve hatine avêtin. Dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê jî dan zanîn ku bi dehan moşek ji başûrê Lubnanê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin. Di encamê de li gorî rojnameya Jerusalem Post sîren li seranserî bakurê Îsraîlê hatin vêxistin.  

(şx)