Mala El Debîbe hat bombebarankirin
Hate ragihandin ku mala serokê hikumeta El Wehda ya Lîbyayê Ebdulhemîd El Debîbe bi moşekan hatiye topbarankirin.

Li gorî nûçeya Reutersê ku agahiyên xwe ji wezîrekî lîbyayî girtiye, mala wezîrê hikumeta Wehda ya Lîbyayê ya li Terablusê Ebdulhemîd El Debîbe yê ku erka wî bi dawî bûye, bi moşekan hat bombebarankirin.
Heman çavkanî diyar kir ku di êrişê de tu windahiyên canî tune ne.
(bb)