Dewleta Îranê 4 kolber birîndar kirin

Li sînorê Hewraman ê Rojhilatê Kurdistanê di encama êrişa hêzên Îranê de 4 kolber birîndar bûn, rewşa wan nebaş e.

Dewleta Îranê 4 kolber birîndar kirin
1 nîsan 2024   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Kolbernewsê, duh li çiyayê Teteî ya dikeve sînorê Hewramanê, hêzên Îranê êrişî komek kolber kirine. Hate gotin ku di encama êrişê de 4 kolber birîndar bûn.

Li gorî heman çavkaniyê kolberên birîndar bûnê xelkê Sinê, Merîwan, Baneyê ne û birîna her çaran jî giran e.

Tê gotin birîndar rakirine nexweşxaneyê û niha dibin çavdêriya dixtoran dene.