Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk cejna Ekîto pîroz kir

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk cejna Ekîto li gelê Suryan û Asûr pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya aştî, ewlehî û bidawîkirina terorê.

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk cejna Ekîto pîroz kir
1 nîsan 2024   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya cejna Ekîto peyamek weşand.

Di peyamê de hate diyarkirin ku cejna Ekîto tê wateya nûjenbûna jiyanê, zindîbûn û îfadeya îradeya gelan.

Konfederalya Rêxistinên Civaka Demokratîk, di serî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, cejna Ekîto li gelê Suryan û Asûr ên li Sûriye û tevahî cîhanê pîroz kir û hate gotin: "Em hêvî dikin ku ev cejn ji bo tevahî sûriyeyiyan bibe cejneke nîştimanî û bibe wesîleya aştî, ewlehî, bidawîbûna teror û despotiyê."

Di dawiya peyamê de hate gotin: "Me rola nûjenkirina mîrasa şaristanî ya kevin a ku bi saya hevgirtin û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de ava bûye, girtiye ser xwe; da ku ji bo pêşxistin, geşkirin û birêxistinkirina civaka xwe wekî bingeh ji xwe re bigirin."

(bb)