MSD: Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê em amade ne bi hêzên siyasî re têkiliyê bikin

Desteya Serokatiyê ya MSD'ê destnîşan kir ku ew amade ye bi hemû hêzên nîştimanî yên li herêmên dagirkirî re dan û standinê bike da ku dagirkeriyê bi dawî bikin û guhertina demokratîk pêk bînin.

MSD: Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê em amade ne bi hêzên siyasî re têkiliyê bikin
4 hezîran, 2024   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civîna asayî ya Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de hevserokên MSD'ê Leyle Qereman û Mehmûd El Mislit, cîgirên hevseroketiyê û serokên nivîsgehan beşdar bûn.

Di serî de beşdaran li ser geşedanên li ser asta herêmî û navneteweyî yên ku bandorê li ser krîza Sûriyeyê dikin, nîqaş kir. Hevseroketiya MSD'ê diyar kirk u dive civata navneteweyî girîngiyê bide xebata dîtina çareseriyeke giştî ji bo doza Sûriyeyê.

Der barê gefxwarinên dewleta Tirk a dagirker de, desteyê destnîşan kir ku gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û gelê wê li pêşiya çareseriyên nîştimanî yên Sûriyeyê dibin astengî.

Her wiha beşdaran destnîşan kir ku dewletên Ereban di çareserkirina krîza Sûriyeyê de li gorî biryarên navneteweyî xwedî roleke sereke ne.

Desteya Seroketiyê teqezî bi girîngiya domandina pêvajoya Sûriyeyî-Sûriyeyî û dan û standina bi hemû aliyên Sûriyeyî re ji bo avakirina lêvegereke nîştimanî û demokratîk, da.

Her wiha di civînê de aliyên rêxistinî û stratejiya nîştimanî ya li seranserî xaka Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Di dawiya civînê de endamên Desteya Seroketiyê li raporên mehane guhdar kirin, plan û bernameya xebatên nivîsgehên meclisê yên Hezîranê hatin pêşkêşkirin.

Pêşbînkirî ye ku di meha Hezîranê de komcivîneke berfireh a civaka sivîl were lidarxistin.

(mh)