Desteya Jinan bi Desteya Malbat û Şêniyan re entegrasyon gotûbêj kir

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser bi Desteya Sûriyeyê ya Kar û barên Malbat û Şêniyan re çend mijarên têkildarî pêvajoya entegrasyonê û rêbazên pêşxistina mekanîzmayên ji bo hevkariya hevbeş gotûbêj kirin.

Desteya Jinan bi Desteya Malbat û Şêniyan re entegrasyon gotûbêj kir
20 gulan, 2026   11:17
NAVENDA NÛÇEYN

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser, di çarçoveya civînên berdewam ên bi armanca şopandina entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser de li Şamê bi Desteya Sûriyeyê ya Kar û Barên Malbat û Şêniyan re civînek li dar xist.

Nûnerên Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser Edalet Omar û Rohat Xelîl û endama Komîteya Entegrasyonê ya Parêzgeha Hesekê Jiyan Hesen beşdarî civînê bûn.

Beşdaran li ser mekanîzmayên hevrêzî û xebata hevbeş di qonaxa pêş de gotûbêj kirin.

Endama Komîteya Entegrasyonê ya parêzgeha Hesekê Jiyan Hesen ji ajansa me re diyar kir ku her çend saziyên îdarî yên girêdayî Rêveberiya Xweser dikarin di nav saziyên dewletê de werin entegrekirin jî, lê di nav avaniya sazûmanî ya dewleta Sûriyeyê de tenê Desteya Malbat û Şêniyan heye ku dişibe Desteya Jinan.

Jiyanê her wiha diyar kir ku ew amadekariyan dikin ku nivîsgehek bi navê Desteya Malbat û Şêniyan di meha Hezîranê de vekin û diyar kir ku wan pêşniyar kiriye ku navê desteyê were guhertin da ku bibe "Desteya Jin, Malbat û Şêniyan" û bi vî rengî Desteya Jinan dê piştî temamkirina prosedurên îdarî karê xwe bidomîne.

(k)