Lihevkirina DYA-Îranê çawa hat pêşwazîkirin?

Lihevkirina di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ya bi armanca bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn û jinûve vekirina Tengava Hurmuzê, di qada herêmî û navneteweyî de hat pêşwazîkirin.

Lihevkirina DYA-Îranê çawa hat pêşwazîkirin?
15 hezîran, 2026   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres lihevkirina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê pêşwazî kir û wek “gaveke girîng ber bi çareseriyeke aştiyane ya şer ve” nirxand.

Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalyayê jî bi daxuyaniyeke hevbeş de xwestin rê neyê dayîn ku Îranê  çekên nûkleerî bi dest nexe û diyar kir ku ji bo pêkanîna vê yekê ew amade ne bi Washington, Tehran û Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî re bixebitin.

Awisturya û welatên Ewropayê yên navborî destnîşan kir lihevkirin pencereyek nû ji bo aramiya herêmî vedike, di heman demê de xwestin ku bendên lihevkirinê bi lez pêk werin û  azadiya trafîka li Tengava Hurmuzê were mîsogerkirin û dosyayên nukleerî û mûşekên Îranê werin çareserkirin.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa diyar kirin ku bicihanîna lihevkirinê û vekirina tengavê ji bo aramiya aboriya cîhanê pêşîniyek e. Ursula von der Leyen û Antonio Costa anîn ziman ku Yekitiya Ewropayê amade ye beşdarî hewldanên pêkanîna aştiya domdar li herêmê de bibe.

Awistralya, Zelandaya Nû û Japonyayê piştgiriya xwe bi lihevkirinê re ragihand û destnîşan kir lihevkirin wê bibe wesîleya aramkirina aloziyan û ewlehiya aboriya cîhanî xurt bike. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bang li hemû aliyan kir ku ji her gav an daxuyaniyên ku dibe sedema astengkirina pêşdebirina lihevkirinê dûr bisekinin.

Çînê piştgirî da lihevkirinê û pesnê hewldanên navbeynkariyê yên bi serokatiya Pakistanê da. serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf jî lihevkirin wekî "gaveke dîrokî ber bi aştiyê ve" pênase kir.

Erebistana Siûdî piştgirî da lihevkirinê û hêvî kir ku bibe sedema lihevkirinek mayînde ku berjewendiyên ewlehiyê yên welatên Kendavê li ber çavan bigire û azadiya navîgasyona li Tengava Hurmuzê biparêze.

Misrê jî lihevkirin wekî "xalek werçerxê ber bi xurtkirina baweriyê û avakirina bingehên nû ji bo hevkariyê û aştiyê li herêmê" nirxand.

Urdunê jî lihevkirin wek "gavek girîng ber bi vegerandina ewlehî û aramiya herêmî û navneteweyî ve" bi nav kir.

Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun jî der barê mijarê de got, lihevkirina Amerîka-Îranê wekî derfetek ji bo bidawîanîna şerê bi Îsraîlê re û vekirina qonaxek nû ji bo îstîqrar, başbûn û ji nû ve avakirinê li Lubnanê ye.

Serokê Herêma Kurdistana Federal Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku lihevkirin bi niyeteke baş were bicihanîn da ku ewlehî û îstiqrara herêmî xurt bike.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî lihevkirin pêşwazî kir û diyar kir ku Bexda piştgiriyê dide hewldanên xurtkirina diyalogê û çareseriyên diplomatîk. Wezaretê her wiha hêvî kir lihevkirin di xurtkirina ewlehî û aramiya herêmî de bibe alîkarî. Wezaretê pesnê navbeynkaran da ku ji hêla Pakistan û Qeterê ve hatin rêvebirin.

(bb)