Parêzgarê Hesekê û rêveberê şîrketa petrolê li hev civiyan

Parêzgar Nûredîn Ehmed û rêveberê giştî yê Şîrketa Depokirin û Belavkirina Madeyên Petrolê ya Sûriyeyê Ekrem Hemûdê li hev civiyan.

Parêzgarê Hesekê û rêveberê şîrketa petrolê li hev civiyan
Parêzgarê Hesekê û rêveberê şîrketa petrolê li hev civiyan
Parêzgarê Hesekê û rêveberê şîrketa petrolê li hev civiyan
15 hezîran, 2026   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya şopandina pêvajoya entegrasyona saziyan de parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û rêveberê giştî yê Şîrketa Depokirin û Belavkirina Madeyên Petrolê ya Sûriyeyê (SADCOOP) Ekrem Hemûdê û şandeyeke Gerînendetiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser li parêzgahê civiyan.

Di civînê de li ser rêbaz û gavên pêwîst ji bo temamkirina pêvajoya entegrasyonê û mekanîzmayên hevrêziya di navbera aliyên peywendîdar de nîqaş kirin, da ku karîgeriya xebata sazûmanî were zêdekirin û xizmetên girêdayî qada sotemeniyê werin pêşvebirin. Her wiha di civînê de li ser çalakkirina şaxê şîrketê li parêzgehê nîqaş kirin.

Di civînê de hate gotin, divê hemû alî bi hev re bixebitin da ku pêvajoya entegrasyonê bi ser bi keve û aramî li herêmê çêbe.

(np)