Desteya Jîngehê ji bo parastina daristanan tedbîr girtin

Desteya Jîngehê ya herêma Cizîrê ji bo daristanan ji şewatê biparêze, tedbîran digirê û dest bi paqijkirina daristanan kiriye.  

Desteya Jîngehê ji bo parastina daristanan tedbîr girtin
15 hezîran, 2026   14:27
QAMIŞLO

Ofîsa Parastina Daristanan a girêdayî Desteya Jîngehê ya herêma Cizîrê diyar kir ew ji bo demsala havînê tedbîran digirin, daristanan ji giyayê hişkbûyî paqij dikin.

Li gorî Ofîsê, ew ê Daristana Mizgeftê ya Tirbespiyê, Maşûqê ya girêdayî Tirbespiyê, Abrê ya girêdayî Çilaxayê, Navgirê ya Qamişloyê û çiyayê Kizwana yê Hesekê û Til Temirê paqij bikin.

Komên girêdayî Ofîsa Parastina Daristanan niha dest pê kiriye daristana Mizgeftê paqij dikin û piştî bi dawî bikin, dê daristanên dîtir paqij bikin.

Di salên borî de li herêma Cizîrê bi hezaran donim erdên çandiniyê û daristan şewitîn. Desteya Jîngehê ji bo îsal tedbîrên parastina zevî û daristanan girtine û niha daristanan ji giyayên hişk paqij dike.

(np)

ANHA