Li Zapê teqemeniyekî qedexekirî, 2 kamera û projektorek hatin îmhakirin

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li Zapê teqemeniyekî qedexekirî, 2 kamera û projektorekî artêşa Tirk a dagirker îmha kirin.

Li Zapê teqemeniyekî qedexekirî, 2 kamera û projektorek hatin îmhakirin
9 hezîran, 2024   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî çalakiya gerîlayên azadiya Kurdistanê ku 7’ê Hezîranê kirine,  daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

7’ê Hezîranê saet di 14.00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê teqemeniyeke qedexekirî, sîstema kamera û projektorek ku dagirkeran dixwestin li tunelên me bi cih bikin, bi taktîka sabotajê hatin îmhakirin.

7’ê Hezîranê saet di 21.00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê sîstemeke kamera ya mobesse ya dagirkeran bi taktîka sûîqestê hate îmhakirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

7’ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

7’ê Hezîranê li herêma Xakurkê qadên Xinêrêya Jor, Girê Şehîd Şerîf 2 caran, li herêma Garê qadên Girê Reşîd, Girê Sîser, Deriyê Hirçê, Gûzê, Deşta Kafya, Girê Zengilê 6 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar carekê, li Herêma Qendîlê qada Girê Şehîd Argêş 2 caran; bi giştî 11 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

7’ê Hezîranê li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin. "