Di roja duyemîn a konferansa ciwanan de atolye hatin lidarxistin

Ciwan di roja duyemîn a Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê de de krîza avahewayî, wêrankirina xwezayê, pirsgirêkên jinên ciwan, nêzîkatiyên desthilatê li hemberî û tevahî cûreyên cûdekariyê nîqaş dikin.

Di roja duyemîn a konferansa ciwanan de atolye hatin lidarxistin
Di roja duyemîn a konferansa ciwanan de atolye hatin lidarxistin
Di roja duyemîn a konferansa ciwanan de atolye hatin lidarxistin
9 hezîran 2024   12:36
NAVEND NÛÇEYAN

Konferansa Ciwanan  Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi dirûşma "Ciwan û avakirina pêşerojeke azad" li paytexa Lubnan Beyrûtê di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

Ciwanan di roja yekemîn a konferansê de mijarên wekî li Rojhilata Navîn qirkirina gelan, xizanî, kedxwarî, pirsgirêkên aborî, bêkarî, koçberî û guhertina demografî nîqaş kirin. Her wiha bandorên modernîteya kapîtalîst, şerê taybet ên li ser ciwanan tên kirin, rewşa jinên ciwan, qirkirina çandî û fizîkî, revandin û destdirêjiya li ser jinên ciwan jî hatin vegotin.

Di nirxandinên derketin pêş de tevahî helwest û nêrînên ku çareseriyê ji derve hêvî dikin, bi nêrandineke orîyentalîst Rojhilata Navîn biçuk dibînin û hêza çareseriyê di xwe de nabîne, red dike. Beşdaran îslama siyasî û projeya Rojhilata Navîn a mezin red kirin. Hate gotin, ciwan hêza pêşeng in ku dê Rojhilata Navîn ber bi demokrasiyê ve bibin.

Di roja duyemîn de atolye hatine lidarxistin. Ciwan krîzên avhewayê, wêrankirina xwezayê, rola ciwanan di pêşgirtina  qirkirina xwezayê, avakirina jiyaneke exlaq û durist û pirsgirkên jinên ciwan, nêzîkatyên desthilatê ku ciwanan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û tevahî cûreyên cûdekariyê nîqaş dikin.

Konferans dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(bb)

ANHA