Ji Komîseriya Bilind a Hilbijartinan biryar

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku piştî taloqkirina hilbijartinên şaredariyan, namzet dikarin vegerin saziyên xwe, lê mafê wan ê namzetiyê berdewam e.

Ji Komîseriya Bilind a Hilbijartinan biryar
9 hezîran 2024   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara bi hejmara 9 da. Di biryarê de hatiye diyarkirin ku namzetên ku ji bo hilbijartinan destûr girtine, dikarin vegerin karê xwe.

Naveroka biryarê wiha ye: "Li gorî qanûna şaredariyan, divê karmendên saziyên Rêveberiya Xweser ên ku di hilbijartinên şaredariyan de namzet in, beriya lidarxistina hilbijartinan bi mehekê destûrê bigirin. Ji ber ku hilbijartinên şaredariyan hatin taloqkirin, ji ber ku namzetên serbixwe û yên partiyan hene, tevahî namzet dikarin vegerin karê xwe, lê belê mafê wan a namzetiyê berdewam e."

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser daxwaza hin partiyan û hevalbendiyên siyasî, 6`ê Hezîranê lidarxistina hilbijartinan derengxistibû.

(şx)

ANHA