Li Zanîngeha Amerîkayê êriş: 2 kuştî, 8 birîndar

Di encama êrişeke çekdarî li dijî Zanîngeha Brown a li Rhode Island a Amerîkayê de 2 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Li Zanîngeha Amerîkayê êriş: 2 kuştî, 8 birîndar
14 kanûn, 2025   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên xwecih diyar kirin ku li hundirê avahiya Zanîngeha Brown a li Rhode Island a Amerîkayê gule hatin reşandin. Di encama gulebaranê de 2 kes hatin kuştin û 8 kes jî bi giranî birîndar bûn. 

Êriş duh di hundirê avahiya "Baros û Holly" a beşên endazyariyê û fîzîkê pêk hat ku biryar bû azmûn lê hatiban lidarxistin. Piştî êrişê rayedaran derdora avahiyê girtin girtin û tedbîrên ewlehiyê zêdetir kirin.

Şaredarê bajarê Providence, Brett Smiley di civîneke çapemeniyê de piştrast kir ku di êrişê de 2 kes hatine kuştin û 8 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Rayedarên herêmê diyar kir ku "êrişkar bi cilekî reş bû û cara dawîn dema ji avahiyê derdiket hat dîtin, lê heya çek li cihê êrişê nehatiye dîtîn."

Cîgirê rêveberê polîsan Timothy O'Hara anî ziman ku wan hemû çavkaniyên ewlehiyê ji bo şopandina gumanbar seferber kirine û ji her kesî xwest ku nêzî cihê êrişê nebin.

Serokê DYA’yê Donald Trump bi rêya Truth Social ragihand ku ew ji bûyerê hatiye agahdarkirin û got, endamên Nivîsgeha Lêkolînan a Federal (FBI) li cihê êrişê ne.

(b)