Almanyayê plana êrişekê têk bir

Almanyayê plana êrişeke terorî li dijî sûka Neol a Bavyerayê têk bir û 5 gumanbar destgîr kirin.

Almanyayê plana êrişekê têk bir
14 kanûn, 2025   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Almanyayê duh (14 kanûn 2025) ragihand ku plana êrişeke terorî li dijî sûka Neol a Bavyerayê hat têkbirin û 5 gumanbar hatin destgîrkirin.

Li gorî Polîsan û Dozgeriya Giştî, gumanbarên hatine destgîrkirin yek misirî ye, 3 mexribî ne û yek ji Sûriyeyê ye.

Di daxuyaniya Polîsan de hat gotin, plan ew bû ku li sûka Cejna Neolê ya li herêma Dingolfeng-Landau bi erebeyekê pêl hejmarek mezin a mirovan bê kirin.

Hate diyarkirin ku gumanbar duh derketin pêşberî dadwer. Rayedaran jî  biryar da ku gumanbar heya bidawîbûna lêpirsînê di bin çavan de bihêlin.

Piştî bûyerê desthilata Almanyayê tedbîrên ewlehiyê asê kirin.

Par jî li bajarê Magdeburgê bi erebeyê pêl mirovan hat kirin, di encamê de 6 kes mirin û bi sedan kes birîndar bûn.

(b)