Li Yewnanistan û Fransayê çalakiyên 15ˊê Sibatê

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, bajarên Lyon û Bordeauxˊê yên Fransayê, di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatêa 1999’an de meş û daxuyaniyên çapemeniyê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de daxwaza azadiiya fîzîkî ya Rêber Apo û statuya Rojava hate kirin.

Li Yewnanistan û Fransayê çalakiyên 15ˊê Sibatê
15 sibat, 2026   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Yewnanistanê û Fransayê çalakî û daxuyaniyên bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya 15ˊê Sibatê.

BERDEAUX

Bi sedan kesên ku li navenda bajarê Bordeaux ê Fransayê li hev civiyan, bi berzkirina dirûşme û hilgirtina pankartan qadan tijî kirin.

Di tevahiya çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên, “Li dijî komployê çareseriya demokratîk”, “Ji Rêber Apo re azadî” û Tecrîd were şikandin, berxwedan wê bi ser bikeve” hatin berzkirin.

Di pankartên ku li qada mitîngê hatin hilgirtin de, hate destnîşankirin ku 15’ê Sibatê destwerdaneke navneteweyî ye ku îradeya gelê Kurd hedef digre.

Di axaftinên mitîngê de hate diyarkirin ku bi komployê re hêviyê aştî û çareseriya demokratîk a gelan hedef tê girtin.

Axaftvanan diyarkirin ku tevî salên bi ser derbasbûne jî, şert û mercên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê dewam dike û destnîşankirin ku ev êrîşa li dijî daxwaza azadî û aştiyê ya tevahiya gelan e.

Di daxuyaniyan de îşaret bi perspektîfa çareseriya demokratîk a li dijî polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn dewam dike hate kirin. Mitîng bi daxuyaniyê bi dawî bû.

ATÎNA

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi sedan kes li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Atinayê, di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de bi daxwaza ji Rêber Apo re azad û ji Rojava re statu meşiyan. Meş heta pêşiya Konsolosxaneya Tirk dewam kir. Kurdistanî û aliyên şoreşger tevlî çalakiyê bûn û dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Kurdistan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li pêşiya Konsolosxaneya Tirk de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk axaftin hate kirin. Di axaftinê de îşaret bi plana dîrokî ya komploya 15’ê Sibatê hate kirin û wiha hate gotin; “Çawa ku di sedsala 20’an de li dijî Rêbertiya me komplo hate kirin û xwestin azadiya gelê Kurd asteng bikin, di sedsala 21’an de heman komploger, di şexsê Rojava de xwestin careke din komployeke berfirehtir bikin dewrê. Çawa ku gelê Kurd Rêber Apo bi tenê nehişt, îro jî li dijî plana di şexsê gelê Kurdistanê ya çar parçeyê de bi xwedîderketina bi awayekî herî xurt bersivê da.”

Di axaftina li ser navê DKP’ê de jî banga mezinkirina têkoşînê di salvegera komploya navneteweyî de hate kirin: “Divê hêzên emperyalîst û sîyonîst baş bizanibin ku çawa ku gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê, dostên wan û şoreşgerên Tirkiyeyê komployeke nû ku xwestin li Rojava bixin dewrê bi parastina li ser xeta enternasyonalîst de têk birin, azadî di pêşengtiya tevgera gelê Kurd de teqez e.”

Çalakî bi daxwazên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û naskirina statuya Rêveberiya Xweser a Rojava bi dawî bû.

LYON

Kurd û dostên wan bi armanca protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li bajarê Lyon ê Fransayê li hev civiyan û bi dirûşmeya, “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statu” çalakî li dar xistin.

Meş ji Place de la Comédie ku yek ji cihên navendî ya Lyonê ye destpê kir û heta Qada Place Bellecour dewam kir. Girseyê di tevahiya meşê de postera Rêber Apo û bi rengên kes, sor û zer qadê tijî kirin. Her wiha gelek caran dirûşmeyên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Em komploya navneteweyî şermezar dikin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Di dirûşmeyan de piştevaniya bi Rojava re û berxwedana heyî derket pêş.

Meş heta Qada Place Bellecour dewam kir. Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku tevî ku 27 sal bi ser Komploya Navneteweyî derbas bûye jî Rêber Apo hîna di şert û mercên tecrîdê de tê girtin. Axaftvanan destnîşankirin ku fikrên Rêber Apo, îlhamê dide projeya civakî û siyasî ya li Rojava hatiye avakirin.

Her wiha hate diyarkirin ku îro li Rojava qutbûnên kehrebe, nebûna av û êrîşên berdewam tê kirin û êrîş hatin şermezarkirin.

Di dawiya çalakiyê de daxwaza azadiya Rêber Apo û naskirina statuya Rojava hate dubarekirin û hate destnîşankirin ku têkoşîn û piştevaniya ji bo van dewam bike.

Çalakî bi axaftin û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ERMENiSTAN

Komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê li Ermenistanê hate şermezarkirin. Li herêma Armavîrê ya Ermenistanê 27emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxuyaniya çapemeniyê hate şermezarkirin.