Mazlûm Ebdî: Tevgerên me ji bo parastina gelê me û mafên wî ne

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî di hevdîtina xwe ya li gel Medya Haber de got, "Îro Rojava di pêvajoyek nû de dijî, DYAˊyê piştgiriyê dide peymana 29ˊê Çileyê û Sûriyeya aram dixwaze. Tevgerên me ji bo parastina gelê me û mafên wî ne."

Mazlûm Ebdî: Tevgerên me ji bo parastina gelê me û mafên wî ne
15 sibat, 2026   19:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî di hevdîtina xwe li gel Kanal Medya Haber de got ew li Rojava di pêvajoyek nû de dijîn û diyar kir ku ev cara yekemîn e ku xebatek li er naskirina rêveberiya Rojava di nav de jî fermandariya leşkerî tê kirin.

Ebdî da zanîn ku tevahî aliyên di dosyaya Sûriyeyê de xwedî bandor têkilî bi wan re danîn û anî ziman ku ev pêvajoyek nû li Rojava ye wê bandorên erênî li ser siberoja herêmê bike.

Ebdî destnîşan kir ku ev cara yekemîn e ku lihevkirinekê dikin ku aliyek muxalif tune ye, bi vê yekê amaje bi peymana 29ˊê Çileyê ya bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê û helwestên dewletan re kir.

Ebdî diyar kir ku di tevahî hevdîtinên li Munîhê de di nav hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re li ser lihevkirinê hat nîqaşkirin û Rubio bal kişand ku aramiya li Sûriyeyê û peymana 29ˊê Çileyê ji xebatên pêşîn ên serok Donald Trump in.

Ebdî anî ziman ku îro ji nûnerê Amerîkayê Tom Barrak ve peyamek fermî ji wan re hatiye ku serokê Amerîkayê lihevkirinê dişopîne û piştevaniya xwe nîşan daye.

Di berdewama axaftinê de Ebdî got ew lihevkirinan li ser bingeha baweriyê tenê pêk naynin, piştî lihevkirina 10ˊê Adarê şer çêbû û gengaziya şerê din heta li gel vê peymanê bi dûr nexistin. Ebdî got lê ew ê tiştê ji bo serxistina vê peymanê bikin.

Fermandarê Giştî yê QSDˊ Mazlûm Ebdî da zanîn ku armanc ji peymanê û tevahî hevdîtinên pêk tên de parastina yekitiya gel, ewlehî û aramiya wê ye û helwesta ji gel ve di şer de hatiye nîşandan erênî û cihê serbilindiyê bû, ji ber ku yekitiya neteweyî ava kir.

(fr)