Li Derayê 3 kes birîndar bûn

Li Derayê di êrişan de yek jê zarok, 3 kes birîndar bûn.

Li Derayê 3 kes birîndar bûn
11 gulan, 2024   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Newa yê gundewarên parêzgeha Derayê kesên nenas êrişî dermanxaneyekê kir û di encamê yek jê zarok, 2 kes birîndar bûn.

Li gorî SOHR’ê, li bajarê Tefes ê li rojavayê Derayê jî kesên nenas rasterast êrişî welatiyekî kir û ew birîndar kir.

Li gorî SOHR’ê, ji destpêka îsal ve li Derayê di 111 bûyerên aloziya ewlehiyê de 151 kes hatine kuştin.

(bb)