2 belavkar û bikarhênerên madeyên hişbirê hatin destgîrkirin

Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê yên kantona Dêrazorê 2 belavkar û bikarhênerên madeyên hişbirê destgîr kirin.

2 belavkar û bikarhênerên madeyên hişbirê hatin destgîrkirin
26 tebax, 2025   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan ên kantona Dêrazorê 2 belavkar û bikarhênerên hişbirê destgîr kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê duh (25 Tebaxê) operasyonek serdegirtinê ya bibandor û plankirî li kantona Dêrazorê li dar xist.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama operasyonê de 2 belavkar û bikarhênerên madeyên hişbirê hatin destgîrkirin û meqdarek madeyên hişbir jî desteger kir.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin "Hêzên me dê operasyonên xwe bidomînin heya ku belaya madeyên hişbirê ji nava civaka me were rakirin."

(fr)