Li Vîetnamê di bagerê de 51 kes mirin

Li Vîetnamê bîlançoya bagera Bualoi giran dibe. Hate zanîn ku 51 kesan jiyana xwe ji dest daye û 14 kes jî winda ne.

Li Vîetnamê di bagerê de 51 kes mirin
3 cotmeh, 2025   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Jîngehê ya Vîetnamê roja şemiyê daxuyand ku 51 kes mirinê û 14 kes jî hîna winda ne.

Leza bagera di saetê de gihaşt 130 km’yan û nêzî 12 saetan bi bandor bû û li seranserî welêt bû sedema hilweşîneke mezin.

Di serî de Hanoi, li gelek herêman baranên tund bûn sedema lehî û hezazê, zêdetirî 200 hezar mal, binesaziyên civakî û araziyên çandiniyê texrîb bûn. Tê texmînkirin ku dibe zirar bigihije 600 milyon dolarî.

Bi taybetî li herêmên çiyayên ên li bakur, ji ber hezazê gelek kesan jiyana xwe ji dest da.

Rayedar diyar dikin ku av vekişiyan, lê xetereyeke nû dibe çêbe. Di rewşa heyî de bagera Matmo ya nêzî bakurê Fîlîpînan dibe, wê hefteya pêşiya me bigihêje bakurê Vîetnamê. Eger ev pêk were, Matmo dê îsal bibe bagera tropikal a 11’emîn a bandorê li Vîetnamê dike.

 Zanyar destnîşan dikin ku guhertina avhewayê bûyerên hewayê yên bi vî rengî, zêdetir û hilweşîner dike.