Îsraîlê dest danî ser keştiya berê xwe li Xezeyê bû

Hêzên Deryayî yên Îsraîlê dest danî ser keştiya dawî ya "Fîloya Sumudê ya Navneteweyî" ku ber bi Xezeyê ve diçû.

Îsraîlê dest danî ser keştiya berê xwe li Xezeyê bû
3 cotmeh, 2025   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Keştiya bi navê "Marinette" ya bi ala Polonyayê ku 6 kes tê de bûn, sibeha înê (03 Cotmeh 2025) li peravên Xezeyê ji aliyê komandoyên Îsraîlê ve hate rawestandin.

Di dîmenan de ku li medya dîjîtal bi zindî hatin weşandin, hate dîtin ku hêzên Îsraîlê li keştiyê operasyon kirine.

Fîloya ji 44 keştiyan ku navê "Fîloya Sumud" lê hatibû kirin, bi armanca şikandina dorpêça li ser Xezeyê bi rê ketibû. Lê belê keştiyên li nava fîloyê hemû ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin astengkirin û desteserkirin.