Li Dêrazorê û Reqayê rûniştin xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan

Meclisên Reqa û Dêrazorê yên Kombûna Jinan a Zenûbiya bi beşdariya nêzî 40 jinan, rûniştinên xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li dar xist.

13 nîsan, 2025   15:17
DÊRAZOR

Meclisa Kombûna  Jinan a Zenûbiya ya li gundewarê Dêrazorê  rûniştina xwendina parêznameya Rêber Abdullah Ocalan a bi sernavê "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk - Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" li dar xist. Rûniştin bi beşdariya zêdetirî 20 jinên endamên meclis û desteyan û jinên ji herêmên cuda yên kantonê li Parka bajarê Hecînê hate lidarxistin.

Ji rêveberên Meclisa Kombûna  Jinan a Zenûbiya Sefaa El Ehmed rûniştin bi rêve bir kir û bal kişand ser  girîngiya perwerde û rahênana ramyarî ji bo bihêzkirina jinan û bihêzkirina rola wan di civakê de.

Endama Meclisa bajarokê Ebû Hemam a gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê Newal El Ehmed diyar kir ku ramanê Rêber Abdullah Ocalan dibe alîkar ku jinan der barê mijarên siyasî û civakî agadar bin û ji bo çarersekirina kêşeyên aloz ên herêmê xwedî rolek bi bandor bin.

REQA

Li bajarê Reqayê jî endamên Meclisa Kombûna  Jinan a Zenûbiya ya Reqayê bi beşdariya 18 endamên kombûnê dest bi xwendina parêznameya Rêber Abdullah Ocalan kir. Di rûniştinê de têgehên neteweya demokratîk, pirsgirêka Kurd û girîngiya rola jinan di têkoşîna ramyarî û siyasî de bi berfirehî hatin vegotin.

(k)

ANHA